Keçika biçûk ya bi xîret :

Zaroka 4 salî ya ji Komara Tova yê ya bi ser Rûsyayê ve, ji bo ji pîra xwe ya nexweş re alîkariyê bixwaze, 8 km meşiya.

Keçika bi navê Saglana bi pîra xwe ya kor re li gundeki averê û dûr dijî. Sibehekî dema şiyar dibe dibîne ku pîra wê nalive. Bi lez berê xwe dide bajarê herî nêz û heya wê derê 8 km dimeşe da alîkariyê bo pîra xwe bixwaze. Mecbûr ma ku di nava daristana Sîbîryayê de bimeşe û hem di nava berfê de. Wê rojê dereca germahiya hewayê di binê sifrê de 24 derece bû. Ew daristan daristaneka talûkeye û bi hirç û gurên xwe navdar e. Lê qîzik xwe zûtir digihîne bajarê ku dixwest.

Li gor rapora polîsan dema ku keçik digihê bajêr wê dixin bin kontrola tenduristiyê û dibînin ku dereca germahiya bedena wê gelek daketiye. Li gorî medyayên Rûsî, pîrika Saglana bi krîza dilî mir.

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!