Bi Pêşmergeyan nikarin tedê li malbatên wan dikin

Li gor çalakvanên Dêrikê ji K24ê re ragihandine, hêz û alîgirên ser bi Rêveberiya Xweser gefê li malbatên Pêşmergeyên Roj dixwin, heger ji nava hêza Pêşmerge veneqetin, dê bên girtin û binçavkirin.

Li gor zanyariyan, li Dêrikê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser Eyob Faris, li gundê Şekir Xac a ser bi Ehmed Tehlo û kurê wî Îbrahîm, li gundê Kelhê jî Nûredîn Izedîn girtin.

Ji roja 3 Adarê ku li Şingalê alozî di navbera hêza Pêşmerge û PKKê de derketibû, grûbên nenas êrîşî ser baregeh û navendên ENKSê û partî û rêxistinên di nava wê de kirin û şewitandin. Herwiha hejmarek ji endam û serkirideyên wan ji aliyên hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatin binçavkirin.

Niha jî, alîger û hêzên ser bi PKKê gefan li malbatên Pêşmergeyên Roj dixwin û daxwazê ji malbatan dikin, ku divê kurên wan yên Pêşmerge, ji hêza Pêşmerge veqetin.

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!