Amerîka û Rusya li Minbicê ketine menzîla hevdîtinê

Berdevkê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku pêşengiya wê Amerîka dike Mîralay John Dorrian ragihand ku leşkerên Rûsî û Amerîkî ku operasyonên ji hev cuda pêk tînin û li dûrahiyekê ne ku ji leşkerên amerîkî dikarin bi çavan leşkerên rûsî bibînin.

Dorrian civîna çapameniyê li dar xist û li ser pirsa gelo bi çevan leşkerên amerîkî û rûsî çiqase de got: “Erê hev du dibînin. Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê Pentegon Jeff Davis roja duşemê destnîşan kiribû ku yekîneyên rûsî û amerîkî nêzîkên hev in.

Pentegonê Wezareta Parastinê di 6ê Adarê de daxuyandibû ku li Minbic û derdora wê leşkerên amerîkî hatine bicihkirin. Jeff Davis eşkere kiribû ku ew ji bilî DAIŞê êrişên aliyên din asteng bikin, leşkeran li Minbicê bicih kirine.

Du rojan berê rayedarek Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku girêdayê Hêzên Sûriyeyê ya Demokratîk e (HSD) Amerîka 200 leşkerên din bi wesayîtên zirxî re şandine Minbicê.

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!