Pêşmerge dê êdî li hember çekên kîmyewî jî amade bin

Çend caran tirorestên DAIŞê çekên kîmyewî li dijî Pêşmergêyan bi kar anîn. Wezeretê Pêşmerge ya Hekûmetê Kurdistan bo yekem car Yekîneyeke Lêşkerî li dijî çekê kîmyewî demezrand.

Gelê Kurd çend caran bûya qurbaniya çekên kîmyewî, lê niha Yekîniya Lêşkerî li dijî çekên kîmyewî ya bi ser Wezerat Pêşmerge Amede ye, ku dikarin niha alîkariya Pêşmerge bikin li sengerên şer li dijî çekên kîmyewî.

Piştî sê mehan ku Yekîniya Lêşkerî dijî çekên Kîmyewî zêdetir 80 Pêşmerge beşdarî vê yekînineyê bûn.

Ji ber ku terorîstên DAIŞ çekên kîmyewî li dijî Pêşmerge bi kar tînin hêşt ku Wezerate Pêşmerge yekîniyeke lêşkerî dijî çekên kîmyewî çê bike, bo alîkarî û parastina Pêşmerge û axa Kurdistanê bike.

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!