Nêçîrvan Barzanî careke din ji bo Şingalê bang li PKKê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji PKKê kir ku li Şingalê bi awayekî aqilane tevbigere. Her wiha tekez kir, çawa ku Pêşmerge bi hawara Kobanî çû û piştî temamkirina erka xwe vegeriya, divê PKK jî heman tiştî bike û ji Şingalê derkeve.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro ji bo lidûvçûna karûbarên kargêrî û rêvebiriyê û herwiha arîşeyên li parêzgehê, serdana Duhokê kir.

Hukimeta Herêma Kurdistanê di derheqê naveroka serdana Barzanî de daxuyaniyek belav kir û tê de got: “Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihandiye, “ew spasiya kurdên Rojavayê Kurdistanê dikin ku di dema karesata Şingalê de hevkariya xwîşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî kirin û alîkarî dan wan”

Barzanî herwiha tevî spasiyên ji bo alîkariyên PKKê, derbarê hebûna hêzên çekdarî yên PKKê li deverên din jî got: “Çawa ku di dema rizgarkirina Kobanî de, Pêşmegre bi hawara Kobanî çûn û piştî timambûna erka xwe vegeriyan Herêma Kurdistanê, em li benda heman tiştî ne ku PKK bi heman şêweyî reftar bike û deverê biterikîne, daku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî bikaribin proseya avadankirinê û vegerandina jiyanê bo Şingalê û derdora wê dest pê bikin”.

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku PKK di vê bareyê de bi aqilane tevbigere. Her wiha tekez dike ku bi ti şêweyekî man û xweferzkirina bi zorê nayê qebûlkirin”

 

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!