Mehmûd Mihemed: Hevkarî tiştek e destwerdan tiştek e

Îro li Hewlêrê ji bo bîranîna Rêberê Tevgera Rizgarîxwaz a başûrê Kurdistanê, Mele Mistefa Barzanî li bajarê Hewlêrê merasîmek bi navnîşana “Barzaniyê Nemir Sembola Azadî û Pêkvejiyanê” birêveçû.

Di vê merasîmê de, Berdevkê Fermî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed gotarek pêşkêş kir û li ser bûyer û pêşhatên herî dawî yên li başûrê Kurdistanê û bi taybet aloziyên li Şingalê axivî.

Mehmûd Mihemed ragihand: “Ewa ku li Şingal, Qendîl, Mexmûr û cihên din qewimî, ji bilî çêkirina arîşeyan bo Herêma Kurdistanê, tiştek din nebû”.

Berdevkê PDKê ragihand, Partiya Karkerê Kurdistanê (PKK) bawerî bi dewleta netewî nîne, ji ber wê jî baştirîn rê ev e ku xebata xwe bo wî cihî veguhêzin, ku ji bo wê derê hatine çêkirin.

Mehmûd Mihemed da xuyakirin: “Realîteya wê derê, realîteyeke din e, her çend ku ev gotin nexweş e, lê belê her çar parçeyên Kurdistanê hin taybetmendî ji wan re çêbûne û divê werin berçavgirtin. Her parçeyekê partiyên xwe hene, yanî xwediyên xwe jî hene. Hevkarî tiştek e û destwerdan û xwe bi xwedîzanîn jî tişteke din e”.

Ew gotinên Berdevkê Fermî yê PDKê di demekê de ye, ku roja înê 3ê Adara 2017ê li nêzîkî Komelgeha Xanesor a ser bi bajarokê Sinûnê ku dikeve bakurê Şingalê, di navbera Pêşmergeyên Roj û hêzeke girêdayî PKKê ya bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de şer derket.

Di encama wî şerî de, hejmareke zêde ya xelkê deverê ji tirsa aloztirbûna rewşê ji deverê reviyan û dest ji mal û milkên xwe berdan û cardin aware bûn.

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!