McGurk hêjmara serkirdeyên kuştî yên DAIŞê dîyar kir

Di kongreyeke rojnamevanî de Nûnerê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya Navnetewî Brett McGurk ragehand ku, kar bi awayeke cidî li ser baqijkirina mayînên ku, terorîstên DAIŞê li Iraqê çandine tê kirin.

McGurk da zanîn ku, ji destpêka operasyonên Hevpeymaniya Navneyewî û heta niha 180 serkirdeyên DAIŞê hatine kuştin. Herwiha dîyar kir ku, bajarê Mûsilê mezintirîn bajar bû ji aliyê DAIŞê ve hate dagirkirin.

Herwiha Nûnerê Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê jî kir ku, şerê DAIŞê li Iraq û Sûriyê jî tê kirin, tekez kir ku, kontirolkirina bajarê Mûsilê derbeyeke mezine ji wê rêxistinê re.

Ji aliyeke din ve McGurk dîyar kir ku, rêxistina DAIŞê li Iraqê her ku diçe têk diçe û li Sûrîyê jî şerê wê ji aliyê hin hêzên ku, Tirkiyê û Rûsya û Îran serperiştiya wê dikin tê kirin.

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî