Barzanî dê pêşwaziya nûnerê taybet ê Donald Trump bike!

Serokê Herêma Kurdistanê dê li gel nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navnetewî ya dijî rêxistina terorîst DAIŞê de bicive.

Biryare îro nûnerê taybet ê Donald Trump, Brett McGurk serdana bajarê Hewlêrê bike.

Brett McGork di serdana xwe de wê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive û gotûbêja rûdanên dawiyê, pêşketinên şerê dijî DAIŞê û paşeroja bajarê Mûsilê ya piştî DAIŞê gotûbêj bikin.

Berî niha Brett McGork li paytexta Iraqê Bexdayê ragehandibû, ku hêzên Iraqê rêyên derketinê li çekdarên DAIŞê girtiye û çarenivîsa wan çekdaran tenê mirin e.

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!