Tu êdî dikarî bi miriyan re biaxivî.

Şîrketeke Kore ya Başûrî bernameyekê çêkiriye. Yên endamê vê bernamê dikare rismê xwe bi rengê selfy bi miriyan re an bi ew kesê ku jê hezdike re bikşîne.

Berdevkê vê şîrketê dibêje ku ev bername ji bo wan kesên ku hevalek an yek ji malbatê wenda kiribin û ji ber wendakirina wî kesî zahmetiyê dibînin. Peykerê wî şexsê mirî çêdikin (bi sê ebadan). Ev peyker dikare heya astekê bi wî kesê ku bernamê bikartîne re, dan û sitendinê bike. Li gor baweriya wî ev teknolojiya nuh dibe wesîleyek afirandî ji bo alikariya mirovan ta zehmetiya wendakirina delaliyan.

Ev bername ya bi navê “With Me” derfetê dide xwediyê mirî ku wî bi foto an peykerê selfy re bikşîne. Bi xêra zeka ya çêkirî (sanayî), dikare pê re biaxife.

Li gor agahiyên ku lê tên barkirin, dikare bi te re tevbigere. Ev şîrket hêvî dike ku karibe vê teknolojiya sê alî bixe telefona da bername bi rihetî bê bikaranîn.

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!