Minbic bûye kantona 5an a Rojavayê Kurdistanê

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Minbicê ku, dikeve bakurê Sûriyê Encûmeneke Cîbecîkar damezrand ku, weke kantona pencan tê naskirin.

Li gor çavkaniyên nêzîk PYD da zanîn ku, roja Yekşemê 12ê.03.2017ê li bajarê Minbicê Encûmena Cîbecîkar ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk ve (PYD) hate damezrandin, tê de hevserok ji desteyên wê encûmenê re hatin hilbijartin.

Li gori heman çavkaniyê ew hevserokên desteya Encûmena Cîbecîkar piştî ku hatin hilbijartin sond li pêşiya encûmenê xwarin.

Li gor çavdêrên siyasî ew gava PYD dibe weke ragehandina kantona pencan piştî kantona Cezîr, Efrîn, Kobanê û Girê Sipî, herwiha tekez kirin ku ev pêngava PYD piştî radestkirina bajarê Minbicê bo rejîma Sûriyê hat.

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!