Îbrahîm Biro: Berpirsê şewitandina ofîsên me asayîş e

Serokê Encûmena Niştimanîya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro ragihand ku 9 navendên ENKSê rastî êrîşan hatine, zêdetirî 40 endam û rêveberên wan jî hatine girtin.

Serokê Encûmena Niştimanîya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro di derbarê şewitandina ofîsên EMKSê de got ku “Asayîşa Rojava berpirsê şewitandina ofîs, avahî û revandina siyasetmedaran e heta niha 9 navendên wan rastî êrîşan hatine.”

Îbrahîm Biro Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi êrîş û girtinan tohmetbar kir û li ser hejmara rêveber û endamên ENKSê yên hatine girtin got ku zêdetirî 40 endamên ENKS niha li cem Asayîşê girtî ne.

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!