Serok Barzanî daxwaziya serxwebûna Kurdistanê ji heyeta Sun’e û Şîe re jî ragihand

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş ligel endamên şanda Navenda Rafîdeyn ya bo Diyalogê de ragihand “Serok Barzanî di civîna ligel wê şandê pêdagirî li ser wê yekê kir, bi riya diyalogê tevahiya pirsan çareser dikin û dibe bi riya diyalogê nexşerêyekê bo pêşeroja pêwendiyên di navbera Kurdistan û Iraqê de were danîn.”

Umêd Sebah got jî: “Di civînê de bi aşkere behsa pirsgirêkan û çawaniya avêtina gavên pratîkî bo çareserkirina wan hatin kirin.”

Derbarê naveroka civînê de, amaje bi wê kir “Serok Barzanî û şanda Navenda Rafîdeyn behsa destpêkirina diyalogê di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de hate kirin.”

Her di wê konferansa rojnamevanî de, Berdevkê Navenda Rafîdeyn ya bo Diyalogê Talib Mihemed got: “Civîna me ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser dahatûya pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bû û endamên şandê bi aşkere pirs ji Serokê Herêma Kurdistanê kirin û gelek bi başî û aşkere bersiva pirsan da.”

Talib Mihemed diyar kir, navenda wan nevendeke serbixwe û hizrî ye, ku bi dû rêçareyeke baş bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê digere û her bo vê mebestê jî serdana Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Endamê şandê û parlementer Eqîl Ebdilhisên ji aliyê xwe got: “Di civîna me ligel Serokê Herêma Kurdistanê, me pirs li xalên hestiyar û girîng kirin û Serokê Herêma Kurdistanê bi aşkere bersiva pirsan da.”

Îro 11 Adarê, şandeke ji Navenda Rafêdeyn ya bo Diyalogê, ku navenda wê li bajarê Necef e, serdana Serokê Herêma Kurdistanê kir û armanca wan çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê ye, bi taybet derbarê dahatûya pêwendiyên di navbera herdu aliyan de.

Girêdayî