Goerge Bush bo dewleta kurdî piştevaniya xwe ragihand

Serokê berê yê Amerîkayê piştevaniya xwe bo gelê Kurdistanê û dewleta Kurdistanê ragehand.

Rojîn Nizar Ezîz Zêbarî ku xwediyê baweriya mastere û rûniştvanê bajarê Dallas a wîlayeta Teksas a Amerîkayê ye, bo cara sêyem li gel serokê berê yê Amerîkayê Goerge W. Bush hevdîtinek pêkanî.

Bavê Rojîn ji çavdêrê siyasî Bextiyar Izet Dergeleyî re gotiye ku Goerge Bush piştevaniya xwe bo dewleta Kurdistanê ragehandiye.

Bextiyar Izet Dergeleyî di tora xwe civakî facebookê de ragehand, bavê Rojîn ji wî re gotiye ku di hevdîtina li gel keça wî de, serokê berê yê Amerîkayê ragehandiye: ‘’Ezê her hewldanekê bidim bo alîkariya Kurdistanê û damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê.’’

Di dema serokatiya Goerge Bush de, ku heşt salan wek serokê 43. yê Amerîkayê tê zanîn, rêveberiya Amerîkayê biryara hilweşandina rejîma Baas a Iraqê da û di sala 2003ê de rejîma Seddam Husên têkbir.

Hilweşandina rejîma Baas bi temamî di berjewendiya gelê Kurdistanê de bû, ji ber metirsiya rejîma Iraqê li ser başûrê Kurdistanê nema.

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!