DAIŞê êrîşeke mezin bire ser navçeyên Enbarê

Çekdarên DAIŞê ji du milan ve êrîş birin ser navçeya Şergatê û rojavayê Ramadî. Lê her du naskên DAIŞê jî rastê bersiva tund a hêzên ewlekariya Iraqê hat û derbeyên giran xwarin.

Qaymiqamê Şergatê Elî Dehduh ji Rûdawê re ragihandiye ku; “Derengiya şeva derbasbûyî hêzekî çekdarên DAIŞê êrîşî navçeyê kirin. Lê Lîwaya 60 û 51 a Heşda Şeibî û Lîwaya Selahadîn a Şergatê bi tundî bersiv dne êrîşê. Hêzên me rê nedan ku ew bikarin rûbarê Dîcleyê derbas bikin û ew şkînandin.”

Dehduh herwiha da zanîn, ku di dema êrîşê de bi dehan çekdarên DAIŞê hatine kuştin lê ti ziyanek negihiştiye hêzên ewlekariyê.

Ji aliyê din ve li rojavayê Ramadiyê jî hêzên iraqî êrîşekê çakdarên DAIŞê têk bir.

Qaymiqamê Ramadiyê Îbrahîm Usec ji Rûdawê re ragihand, çekdarên DAIŞê 130 kîlometre li rojavayê Ramadiyê êrîş birine ser Artêşa Iraqê û şer derketiye.

Usec da zanîn, ku firokeyên hevpeymanan jî bi piştgiriya artêşê bersiv daye êrîşa DAIŞiyan û di encama şer de 20 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, 3 otomobîlên wan jî hatine têkbirin. Artêşa Iraqê roja 22ê Îlona 2016ê navçeya Şergatê ji destê DAIŞê derxistibû.

Girêdayî