Amerîka: Bila her kes li ser têkoşîna li dijî DAÎŞê hûr bibe

Berdevkê demkî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner li ser rewşa dorûbera Minbicê da xuyakirin, “Rojhilatê Babê herêmeke pir tevlîhev e. Gelek hêz li wê herêmê hene. Bi awayekî vekirî bibêjim ku pir nêzîkî hev in. Mebesta hevbeş a aliyan jî têkoşîna dijî DAIŞê ye.”

Toner di civîna rojnamevanî de li ser pirsa rewşa aloz a hêzên li herêmê bo Minbicê û rewşa dorûbera Babê wiha axivî: “Em naxwazin li wê herêmê rageşî çêbibe” û wiha domand: “Em naxwazin li devereke wisa biçûk ku gelek hêz tê de hene, pevçûnên nû rû bidin. Rewş têra xwe xerab e û bi tevger e. Em ji hemû aliyan re peyama lêhûrbûna têkoşîna dijî DAIŞê dişînin. Dê hevpeymanî digey hevalbendên me û hêzên hevpar di nav kordînasyonê de karê xwe bidomîne. Dê armanca me ya hevpar DAIŞ be.”

Girêdayî