Îbadî bo civîneke mijar nediyar diçe Silêmaniyê

Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî îro ji bo dîtina rewşa dawî li Musilê bi helîkoptereke leşkerî çû Mûsilê. Biruar e ku piştî serdana Mûsilê, serdana bajarê Silêmaniyê bike.

Îro serokwezîrê Iraqê û fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê Heyder Ebadî bi helîkoptereke leşkerî ve serdana çeperên Mûsilê kir û li wir ji fermandarên artêşa Îraqê di derheqê rewşa operasyonê de agahî wergirtin.

Li gor nûçeya çapemeniya fermî ya YNKê, piştî serdana Mûsilê Heyder Ebadî dê serdana bajarê Silêmaniyê bike. Lê heta niha jî sedema serdana serokwezîrê Iraqê ya ji bo Silêmaniyê nehatiye aşkera kirin.

Girêdayî