Hozên Ereb jî naxwazin ku PKK li Şingalê bimîne

Berdevkê Hozên Ereb li Parêzgeha Neynewa ragehand ku, Hozên Ereb yên wê Parêzgehê daxwaz ji Partiya Karekerên Kurdistan (PKK) kirine da ku ji Şingalê derkevin.

Di kongireyeke rojnamevanî de Berdevkê Hozên Ereb li Parêzgeha Neynewa Mûzahim El-Hiwêt ragehand ku, îro Sêşemê 25 serokên Hozên Ereb yên derdora Parêzgeha Neynewa û kesayetiyên navdar li navçeyê helwesta xwe li himber hebûna PKKê li Şingalê eşkere kirin.

Berdevê Hozên Ereban da zanîn ku, serok Hoz û kesayetiyên navdar daxwaz ji PKK kirin ku, zûtirîn dem Şingalê bicih bihêlin ji ber ku, Şingal bi xwîna Pêşmerge hatiye rizgarkirin û di vê pêşmerge wê biparêze ne PKK.

Ev çend roj in PKK li Şingalê pirsgirêk û aloziyan derdixe. Berî niha çavkaniyekî çavdêr li Şingalê ragehandibû ku, PKK bi fermana Qendîlê êrîşî Hêzên Pêşmeregyên Roj kiribûn, da zanîn ku, nêzîkî 1000 çekdar ji Qamişlo, Efrîn û ew hêza ku li Minbicê vekişandî aniye ser sînorê Xanesorê û li pêşiya Hêzên Pêşmerge danaye.

Girêdayî