Hêmen Hewramî behsa civîna Serok Barzanî û Ebadî kir

Rawêjkarê Serokê Kurdistanê Hêmen Hewramî bo karûbarên Derve ragehand ku, êvara sêşemê 07.03.2017, li bajarê Hewlêr civîneke girîng di navbera Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi rê ve çû.

Rawêjkarê Serokê Kurdistanê di rûpela xwe ya taybet a Facebookê wiha nivîsîbû ku, her du aliyan behsa hûrgiliyên operasyona rizgarkirin Mûsilê û dewrûberên wê û pêşhateyên navçeyê û pirsa terorê piştî rizgarkirina Mûsilê kirin.

Hewramî da zanîn ku, her li wê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa mayîna wê hemahingiyê di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de kir li şerê dijî terorê, herwiha pirsa pêwendiyên niha û yên ayînde di navbera Kurdistanê û Iraqê de kir.

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî