Berdevkê PDKê: Sebeba pirsgirêka li Şingalê PKK ye

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di derbarê pevçûn û aloziya li Xanesora Şingalê de got, “Şingal perçeyekî Herêma Kurdistanê ye lê mixabin PKKê heta niha yasayên Herêma Kurdistanê nas nekirine û rêz lê negirtiye.”

Piştî civîna di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ya li Pîrmamê, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed civînekê rojnamevanî saz kir û behsa mijarên germ ên rojevê kir.

Di derbarê girjî û aloziya di navbera Pêşmergeyên Rojava û alîgirên PKKê yên li Şingalê de Berdevkê PDKê wiha axivî: “Şingal perçeyekî axa Herêma Kurdistanê ye. divê li gorî yasa û rêzikên Herêma Kurdistan û Iraqê bê birêvebirin. Hemû hêz û aliyên li vê herêmê hemxwîn û hemneteweya me jî bin, divê li gorî van yasayan tevbigerin.”

Mehmûd wiha pê de çû; “Şingal milkê xelkê Şingalê ye. Bêguman beriya hemû kesan ew divê xwe bixwe birêve bibin. Lê PKKê ev pirsgirêk derxist. Pêwîst e hêzên xwe ji wir derbixe. Mixabin PKKê heta niha yasayên Herêma Kurdistanê nas nekirine û rêz lê negirtiye. Di paşerojê de jî diyar e ku ew rêzê li van yasa û rêzikan nagrin. PKK di hemû edebiyata xwe de hilbijartin û rewatiya saziyên Herêma Kurdistanê nas nake. Sedema ji nû ve avadannekirina Şingalê PKK ye. Hebûna PKKê dibe sedema dirêjkirina nakokî û aloziyan. Lewma çareseriya herî baş ew e ku, PKK ji Şingalê derkeve.”

Girêdayî