Berdevkê desteya Mafê Mirov li ser zarokên li nav PKKê axivî

Berdevkê desteya serbixwe ya mafê mirov li Kurdistanê amaje bi vê yekê dike ku ji aliyê xelkê ve doz li dijî PKKê hatine vekirin, ji ber kar li ser zarokan dikin û rêdikin nav rêzên xwe û got: ‘’Gelek kes hene doz ne vekirine û zarokên wan jî hatine birin.’’

Mihemed Gomeşînî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di sala 2015ê du doz li ser PKKê li Helebçê û Raperîn geheştin berdestê me, ji ber zarokên wan ji aliyê PKKê ve hatine xapandin û birine Qendîlê.’’ Û got: ‘’Li Kurdistanê me kar li ser wan zarokan kir ku çûne nav DAIŞê, lê ew zarokên çûne nav PKKê ji ber ti saziyek Kurdistanê nehatiye agahdar kirin û em piştrastin jî gelek kes ji Duhokê, Raperîn û Helebçê zarokên wan çûne nav PKKê, lê ji ber ti dozek nehatiye tomar kirin em nizanin rêjeya wan çende.’’

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî