PKK bû sedema koçberbûna 300 malbatan

Rêveberê bajarokê Sinûnê li bajarê Şingalê radigehîne ku zêdetirî 300 malbat li Xanesorê ya li sînorê Sinûnê mal û halên xwe hiştine û koçber bûne.

Rêveberê bajarokê Sinûnê Nayif Seydo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Naha rewş aram e û bazar hatiye vekirin û ji aliyê hemwelatiyan ve hatûçûn heye, lê hîn jî tirsa hemwelatiyan heye. Zêdetirî ji 300 malbatan cîhên xwe û malên xwe berdan e û li tirbeya şerefdîn û li Dugrî bicîh bûne, ev yek jî ji ber aloziyên PKKê li navçeyê ava kiriye pêkhatin.’’

Herwaha got: ‘’Beşek ji wan malbatên li Xanesor çûn, li qampa Dugrî, tirbeya Şîşmis û Şerefdîn bi cîh bûn, lê diyar nîne ew malbatane carek din li tirsa PKKê dê vegerin ser mal û halên xwe yan na.’’

Rêveberê navçeya Xanesorê got, eger PKK li navçeyê bimîne, dibe xelkeke zêdetir koçber bibin û berê xwe bidin qampên Duhok û Hewlêrê.

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî