Daxwaziya Serok Barzanî ji Rûsya

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro Çarşem (01.03.2017) li Selahedînê pêşwaziya Cîgirê Birêveberê Giştî yê Beşê Rojhilata Navîn li Wezareta Derveyê Rûsya Valêriyan Şuvayv, Balyozê Rûsya li Iraqê Maksîm Maksîmov, Konsolê Giştî yê Rûsya li Hewlêr Vîktor Sîmakov û şandekî ji şîrketa Gazproma rûsî kir.

Di hevdîtinê de şanda rûsî daxuyand, ku Rûsya hevsozê Kurdistanê ye û dixwaze di hemû waran de peywendiyên xwe li gel Kurdistanê pêşbixe.

Di hevdîtinê de şanda Gazpromê jî behsa plan, kar û çalakiyên xwe yên li Kurdistanê kir û tekeziya berdewamkirina karên xwe kir.

Serok Barzanî jî balkişande ser peywendiyên dîrokî yên Kurdistan û Rûsyayê û daxuyand, ku Kurdistan jî amadeye peywendiyên xwe yên ligel Rûsya pêşbixe.

Serok Barzanî herwiha daxwaz kir ku di nav pêwendiyan de Rûsya girîngiyeke taybet bide pêşxistina kerta taybet a çandinê.

Di hevdîtinê de mijarên weke rewşa navçeyê û şerê DAIŞê û operasyona Musilê jî hatine gotûbêjkirin.

Herwiha di hevdîtinê de Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî amade bûn.

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî