Îraqê li Suriyê êrîşî DAÎŞê kir

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragehand ku, Hêza Sûpayên wan ên Esmanî navendên DAIŞê li bajarê El-Bukemal di nava xaka Sûriyê de jî dê bomebaran bikin.

Îro, roja Înê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxuyaniyek ji 8 xalan pêktê da, yek ji wan xalan  daxwaz ji Hêza xwe esmanî kir k u, şerê DAIŞê li nava xaka Sûriyê de bikin û navendên wan yên li navçeya El-Bukemal ser bi parêzgeha Dêrazorê ve ye bombebaranbikin.

Ebadî da zanîn ku, çekdarên DAIŞê ji Sûriyê derbasî Iraqê dibin û ew teqînên herî dawî li Baxdayê hatibûne pêkanînîn kiribûn.

Teqîna herî dawî îro li paytexta Iraqê Bexdayê pêk hatî, tê de 11 kes hatin kuştin û 22 kes jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di 19 Sibata 2017an destpêkirina qonaxeke din ya operasyona Mûsilê bo kontrolkirina rojavayê wî bajarî ragihand.

Girêdayî