Artêşa Iraqê ji nû ve dest bi êrîşê kir

Bi fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî operasyona rojavayê Mûsilê dest pê kir û Artêşa Iraqê ji çal milan ve ber bi bajêr ve pêşve diçin.

Fermandarê Operasyonên Nînowayê Necîm Cuburî di derdabrê êrîşa nû de got: “Hêzên me ji 4 eniyan ve dest bi êrîşê kirin. Armanca me ew e ku, ligel Fermandariya Hêzên Çekdar û hêzên Wa Hatin Nînowa, li gorî plana hatiye danîn di demeke herî nêzîk de rojavayê Mûsilê kontrol bikin.”

Necîm Cuburî herwiha da zanîn ku hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê jî bi firoke û topxaneyên xwe beşdarî operasyonê dibin û got; “Topxaneyên hevpeymanan vê sibê li rojavayê Mûsilê girtîgeheke DAIŞê kirine amanc. Di dema topbaranê de girtiyên nav vê zîndanê reviyan.”

Fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku armanca wan a sereke rizgarkirina xelkê sivîl e. Herwiha da zanîn ku pêşmerge weke hêzeke piştevaniyê li pêgehên xwe dimînin û eger êrîşeke ji nişke ve bibe dikarin destwerdanê bikin.

Girêdayî