Fikri Işik: HDP li pêvajoya aşîtiyê xwedî derneket

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Fikri Işik derbarê pirsgirêka kurdî de got, ji niha şûnde ji aliyê Tirkiyê ve ti pêvajoyeke nû nîne.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Fikri Işik ku ji bo Konferansa Ewlekariya Cîhanî ya Munîhê li Almanyayê ye pirsên Rûdawê bersivandin.

Fikri Işik wiha got: “Li Tirkiyê piştî ku AK Partî bû desthilatdar ji bo çareserkirina prisa xwuşk û biryên me yên kurd gelek gav hatin avêtin. Beriya AK Partî gelek astengî û qedexe hebûn. Tevahiya wan hatin rakirin.”

Bi gotina Fikri Işik, ji bo ku şer û pevçûn rawestin Serokomakarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan “pêvajoya çareseriyê” daye destpêkirin, lê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li xwedî derneketiye.

Işik îdia kir ku PKKê êrişa li navçeya Pirsûsê ya Rihayê kir hêcet û li navçeya Serê Kaniyê 2 polîsên Tirkiyê kuşt û bi wî awayî pêvajoya çareseriyê bi dawî hat û got, yek merca wan heye ew jî bêgotin û bêzar gerîlayên PKKê çekan danin û xwe radestî dewletê bikin.

Girêdayî