HSD operasyona xwe firehtir dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi alîkariya hêzên hevpeymanê çend gundên Dêrazorê ji destê DAIŞê derxistin, û ragihandin ku ew niha hewl didin rêyên navbera Reqa û Dêrazorê kontrol bikin.

Fermandarê Encumena Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla ku hêzeke nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) e û bi hev re beşdariyê di operasyona kontrolkirina Reqayê de dikin, ragihand ku hêzên wan çend gundên Dêrazorê kontrol kirine.

Ehmed Ebû Xewla herwiha daxwaz ji xelkê Dêrazorê kir, ku dûrî pêgehên DAIŞê bikevin, ji ber ku dê operasyona kontrolkirina Dêrazorê jî dest pê bike û tekez kir, ku dê navendên DAIŞê li her derî bibin armancên êrişên wan û firokeyên şer ên hevpeymanan.

Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla di daxuyaniyekê de ragihand: “Em derbasî nav çend gundên girêdayê parêzgeha Dêrazorê bûn, û ew yekem gund in ku ji aliyê hêzên me ve hatine rizgarkirin, ew jî di çarçoveya dorpêçkirina bajarê Reqa û qutkirina wê ji Dêrazorê, şer û pevçûn di navbera hêzên me û çekdarên DAIŞê de derketin, hêzên me li çend gundan pêşve çûn, û di dorpêça bajarê Reqayê de em 15 Km pêşve çûne, çend caran DAIŞê bi otombêlên bombekirî êrîşî ser me kir, û xwekujên terorîst ên DAIŞê xwe di nav hêzên me de teqandin, û ew gund bi tevahî hatibûn mayînkirin.

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!