“Li Rojhilata Navîn temînata pêkvejiyanê gelê kurd e”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û Wezîrê Berevaniya Ingiltereyê Mishael Fallon vê sibehê li Hewlerê li komcivînek pêk anî. Mijara Barzanî û Fallon tekoşîna li dijî rêxistina terorî ya Daîşê bû.

Wezîrê Berevaniya Ingiltereyê Michale Fallon ku duhî hatibû Herêma Kurdistanê û ji aliyê berpirsên Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin. Fallon vê sibehê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin hevdîtina Barzanî û Fallon li ser mijarên peşketinên derbarê şerê DAIŞê û rewşa operasyona Mûsilê bû. Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku alîkariyên xwe yên didin Herêmê berdewam bikin.

Michael Fallon di civînê de bo rayedarên Kurdistana Fedral diyar kir ku welatê wî dê her tim piştevaniya kurd û Kurdistanê bike. Fallon gotiye: “Li Rojhilata Navîn temînata pêkvejiyanê gelê kurd e.”

Michael Fallon piştî vê hevdîtinê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Ingiltere ku yek ji welatên hevpeymaniya li dijî DAIŞê ye ji 80ê zêdetir rahênerên leşkerî yên vî welatî li Hewlêrê hatine bicihkirin. Leşkerên Ingiltereyê perwerdeya eskerî didin Hêzên Pêşmerge. Herwiha Brîtanya di şerê li dijî DAIŞê de alîkariyê dide pêşmerge.

Girêdayî