Ebadî di rêya Washingtonê de

Nivîsîngeha Serokwezîrtiya Iraqê ragihand, ku Donalt Trump di pêwendiyeke telefonî de li gel Heyder Ebadî axiviye û behsa pêwendiyên her du welatan û pêşxistina hemahengiyê kiriye.

Di axaftina xwe de Donald Trump amaje bi şerê dijî terorê kiriye û diyar kiriye, ku ji bo têkbirina terorê dê li gel rêveberiya Bexdayê kar bikin.

Li gorî daxuyaniyê Trump, Ebadî vexwendiye Amerîkayê.

Serokwezîrê Iraqê jî gotiye, ku DAIŞ serdemên xwe yên dawiyê dijî, beşek mezin ji Mûsilê hatiye rizgarkirin û bi biryar in ku heta dawiyê vê operasyonê berdewam bikin.

Ebadî behsa biryara derbarê vîzeyên 7 welatên misliman de jî destnîşan kir, ku ew kêfxweş in biryara li hember Iraqê haiye betalkirin.

Donald Trump bi biryarekê vîzeyên Îran, Iraq, Sûriye, Sûdan, Yemen, Lîbya û Somaliyê dabû sekinandin lê paşî dadgehê ev biryar betal kiribû.

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî