Dîtam û Merî dê bi hev re bixebitin…

Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê bi şandeyekê nêzikê ji 20 kesan pêk dihat serdana Enstitûya Lêkolinên Rojhilata Navîn MERIyê kir û bi hev re civiyan.

Civîna MERÎ û DÎTAMê li paytexta Herêma Kurdistanê avahiya MERIyê bi rê ve çû. Endamê Lijneya Rêvebir a DÎTAMê Cihan ipek derbarê serdanê de ragihand ku MERI û DÎTAM du saziyên sivîl in ku li ser civaka Kurdistanê lêkolînan dikin û panel û konferansan birêve dibin.

Ew dixwazin ev her du sazî di nav hevkariyê de bin. Cîgirê Serokê Dîtamê û herwiha parlementerê berê yê DEPê Sedat Yurttaş jî amaje li ser pêwistiya xebat û projeyên hevpar digel MERIyê kir û got dê begûman MERI û DÎTAM bihevre bixbitin û dê di dahatûyê de li bajarên wekî Hewlêr, Diyarbekir, Istanbul, Ankara heta Washington panel û kombûnan lidarbixin. Serokê MERIyê Dilawer Alladın jî ji serdana DÎTAMÊ kêfxweşiya xwe anî ziman û got armanca DÎTAM û MERIyê ew e ku siyasetek rast nişanî xelkê bidin û nav axa Kurdistanê xizmeta aşitî û aramiyê bikin.

Biryar e ku demek nêz de MERÎ jî di çarçoveya xebat û projeyên hevpar a dema bê de serdana DÎTAMÊ bike.

Girêdayî