Kordîndatorê gotûbêjan ê Hikûmeta Sûriyê hate kuştin

Kordînarê Hikûmeta Sûriyê General Ehmed Xedban ji aliyê nîşangirekî ve hat kuştin.

Hêzên Ewlekariya Sûriyeyê ragihand ku duh êvarî gava kordînator bi tîma tamîrkirinê re ji çavkaniya ava Eyn El-Ficûyê derdiket, ji aliyê nîşangirekî ve hat kuştin.

Ehmed Xedban nûnerê hikûmeta Sûriyê bû di hevdîtinên bi muxalîfên li newala Beredeyê de. Artêşa Sûriyê û hêzên milîsan çavkaniya Eyn El-Ficûyê ya ku avê ji paytexta Sûriyeyê, ji Şamê re dabîn dike ji destê muxalîfan rizgar kiribû.

Tîmên bombeyan herêm ji bombeyan paqij dikir û tîmên tamîrkirinê jî, tora avê tamîr dikir. Duh hatibû ragihandin ku qonaxa yekem a tamîrkirinê bi awayekî serkeftî bi dawî bûye.

Dema Generalê Artêşa Suriyê ji bo kontrolê hatibû herêmê lê gava ji herêmê derdiket ji aliyê nîşangirekî ve hate kuştin.

Girêdayî