Mesrur Barzanî: Divê em bikaribin bêjin ji çiyan pê ve Amerîka jî dostê me ye

Şêwirmendê Ajansa Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî ji bo rêvebiriya serokê Amerîka yê nû got: “Gotineke pêşiyan a kurdan heye. Dibêjin ji çiyan pê ve dostê kurdan tine ye. Lê em dixwazin ku êdî bêjin ji çiyan pê ve Amerîka jî dostê me ye.’

Mesrur Barzanî beşdarî bernameya ‘Çîrokên Şerî’ a kanala Foxê bû. Barzanî di bernamê de bal kişande ser têkoşîna Pêşmerge a li dijî rêxistina DAIŞê ya hov û got: “Pêşmerge di şerê DAIŞê de bi hezaran qurbanî dan. Lê ev qurbanî ne tenê li ser navê kurd û Kurdistanê û ne tenê ji bo berjewendiyên kurdan daye. Pêşmerge ew qurbanî ji bo temamê xelkê dinyayê da. Lewra DAIŞ metirsiyeke mezin e li ser ewlekariya mirovahiyê.”

Di bernamê de li Mesrur Barzanî hate pirskirin ka gelo peyama kurdan bo rêvebiriya Amerîka çi ye? Mesrur Barzanî ji bo vê pirsê wiha axivî: “Em dixwazin ku rêvebiriya Amerîka berdêla ku me daye piştguh neke.”

Barzanî di dirêjiya axaftina xwe de wiha pê de çû: “Em ji bo nirxên mirovahiyê berdêlê didin. Em qîmetê didin azadiya ramanbêjî û nirxên demokrasiyê. Kesên ku qîmetê didin van xirxan divê alîkariya me bikin.”

Girêdayî