Di êrîşa Îranê de 5 kolberên kurd birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Îranê li ser sînorê Pîranşarê gule berdan kolberên kurd û di encamê de 5 kolber birîndar.

Li gor nûçeya malpera Mafê Mirovan a Hengawê duh di encama guleberdana Hêzên Ewlehiya Îranê de, li sînorê Hacî Omeranê 5 kolberên kurd ên xelkê rojhilat birîndar bûne.

Li gor heman çavkaniyê nasnameya wan 5 kesan wiha ye: Îsmaîl Efşar ê kurê Îbrahîm, Hasil kurê Teha, Cefer kurê Rehman, Mame Ateşberg kurê Hemze û Behnam Mihemed reş kurê Şoreş e.

Yek ji birîndaran ciwanekî 16 salî ye û navê wî jî Îsmaîl Efşar e.

Li gor çavkaniyekî agahdar, ew 5 kolber di nav axa herêma Kurdistanê de bûne û bê ti agahdariyekê ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve rasterast gule li wan hatiye reşandin.

Her pênc kolberên birîndar jî naha li nexwaşxaneyeke Pîranşarê de bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Girêdayî