Yekemîn konsolê Japonyayê diyar bû

Piştî ku Japonyayê biryara vekirina konsulxaneya xwe li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê da konsulê xwe yê li Hewlêrê jî diyar kir.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Japonyayê Kentaro Sonoura ku êvariya duh bi serdaneke fermî li Herêma Kurdistanê bû, duh bi şev li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

Herwiha Kentaro Sonoura îro çarşemî 11ê Çileya 2017ê, li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî hevdîtinek pêk anî.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê serdana wezîrtê Japonyayê de daxuyaniyel belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Pîramamê yê girêdayî Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Karûbarên Derve yê Japonyayê Kentaro Sonoura û şandeke pê re kiriye.

Li gorî daxuyaniyê di vê hevdîtinê de, Kentaro Sonoura amaje bi vekirina Konsulxaneya Japonyayê li Hewlêrê kir û Katsumi Moriyasu weke Konsulê Japonyayê yê yekemîn li Hewlêrê bi Barzanî da naskirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da xuyakirin, di hevîdtinê de, ku Balyozê Japonyayê yê li Iraqê Fumio Iwai û Konsulê Japonyayê yê li Hewlêrê Katsumi Moriasu jî amade bûn, Wezîrê Karûbarên Derve yê Japonyayê ragihand ku Japonya dixwaze pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê xurt bike û her ji bo vê mebestê biryar daye ku konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke.

Kentaro Sonoura herwiha amadeyiya Japonê bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di gişt waran de, û bi taybet jî di pûçkirina teqemeniyên piştî şer û geşepêdana sektorên aborî, pîşesazî û tendirustiyê ragihand.

Girêdayî