Ahmet Turk bo nexweşxanê hate rakirin!

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin, ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê.

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin, nava rojê ji bo kontrola tenduristiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê hate rakirin. Turk, piştî kontrola tenduristiyê dîsa anîn girtîgehê. Hat gotin ku piştî kontrola tenduristiyê, wê heyeta desteya tenduristiyê ya nexweşxaneyê li hev bicive û bo rewşa Ahmet Turk dê raporekê amade bike.

Tê payîn ku di rojên pêş de heyet vê raporê bigihîne meqamên têkîldar.

Girêdayî