Wezîrê Derve yê Japon jî tê Kurdistanê

Wezîrê Derve yê Japonê Fumio Kishida îşev di çarçoveya serdaneke fermî de, serdana başûrê Kurdistanê dike.

Li gorî agahiyan, şeva sêşemiyê 10ê Çileya 2017ê, Wezîrê Derve yê Japonê dê di çarçoveya serdaneke fermî de bigihîje Hewlêrê.

Tê çaverêkirin, ku Wezîrê Derve yê Japonê Fumio Kishida li gel Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hevdtînan pêk bîne.

Bi hatina Fumio Kishida bo Hewlêrê, ev yek dibe çaremîn berpirsê pilebilind ê welatên biyanî ku di heyama kêmtirî 10 rojan de, serdana Başûrê Kurdistanê kirine.

Kishida niha bi serdanekê li Bexdayê ye û bi rayedarên wî welatî û ji wan Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re civiya.

Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê Behmen Hesen ragihand: “Piştî ku bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Japonê, rêkevtina dana deyn bo baştirkirina sektora kehrebayê, di navbera Iraqê û Japonê de hat îmzakirin, biryar e îşev Wezîrê Derve yê Japonê bigihîje Hewlêrê.”

Japon yek ji welatên bihêz û pêşkevtî yên cîhanê ye. Ji aliyê aborî ve Japon sêyemîn welat li ser asta hemû cîhanê ye û aboriya wî welatî, berî çend salan û berî ku Çîn bibe duyemîn mezintirîn aboriya cîhanê, Japon xwediyê duyemîn aboriya bihêz a cîhanê bû. Herwiha di warê teknolojî û pîşesaziyê de jî, Japon ji 5 welatên sereke yên cîhanê ye.

Di heyama 10 rojên dawî de, çend berpirsên pilebilind ên welatên cîhanê û ji wan jî Serokê Fransayê François Hollande, Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim û Wezîra Berevaniya Holandayê Jeanine Hennis Plasschaert serdana Herêma Kurdistanê kirine û bi rayedarên Kurdistanê re civiyane.

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî