Serok Barzanî: Dawiya kesên ku îxanet kiribin jî wê wek DAIŞê be

Serokê Kurdistanê ragehand ku di destpêka şerê DAIŞê de hinek kesan, wek şaneyên veşartî li navçê de  li piştêve xencer li Pêşmergeyan dane ji ber vê yekê Kurdistanê zerer û ziyaneke gelek dît ji bo vê yekê jî ew kesene nayêne bexşîn û carenivîsa wan jî,  vê wek DAIŞê be.

Îro 10.01.2016ê de Serokê Kurdistanê, Mesûd Barzanî li Selahedînê, pêşewazî li Serokê Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor û şanda li gel de kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, Serokê Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor, Peter Maurer spasiya Barzanî kir ji bo vê dîdarê û ragehand ku rêxistina Xaça Sor li wan gef û êrîşên ku rastî Kurdistanê bûne têdigehe û dixwazin ku çalakiyên xwe zêdetir bikin bi awayekê ku bikarin xwe li gel guhertinên nû de biguncînin.

Serokê Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor spasiya gel û hikûmeta Kurdistanê kir ku di vê heyamê de mêvandarî li sedan hezar penaberan kirine û hemû pêkhatiyên olî û netewî li êrîşa terorîstan parastine û herwaha bi destpêkirina operasyonê Mûsilê ve, penaberên zêdetir hatine Kurdistanê û li kempan de hatine bicîh kirin.

Di berdewamiyê de Serokê Komîteya Xaça Sora Navnetewî,  Peter Maurer, asta peywendiyên rêxistinê li gel Herêma Kurdistanê de bilind nirxand û spasiya Wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê jî kir ku di pêkanîna erke û karên rêxistinê de harîkarî û hêsankariyên pêwîst ji bo rêxistina wan kirine. Herwaha asankarî û hevkariya girtîgehên herêma Kurdistanê jî bilind nirxand ku di dema  serdana nûnerê rêxistinê ji bo girtîgehan de ji rêxistina wan re hatiye kirin û hêviya xast ku ev hemahengîye di navber wan û  herdu Wezaretên Navxwe û Pêşmergeyan de berdewam be.

Serokê Kurdistanê jî bi xêrhatina şanda mêvan kir û destxweşî li erk û karê rêxistinê kir û pêşewazî li hewl û çalakiyên rêxistinê kirin û tekezî jî kir ku hikûmeta Kurdistanê hemû demê amadeye ku li gor rênimayî û şîretên vê rêxistinê tevbigere û hêvî xwast ku hemahengiyeke zêdetir li navber herdu aliya de hebe.

Barzanî amaje bi vê yekê jî kir ku ew kesên ku desthelatiya DAIŞê qebûl nekirin û hatine Herêma Kurdistanê, piştî nemana êrîş û gefa DAIŞê,  rakirin û bêbandorkirina teqemenî û bombên çandî yên DAIŞê û dabînkirina xizmetguzariyan dikarin vegerne ser malên xwe lê belê di destpêka êrîşa DAIŞê ji bo Kurdistanê hinke kesan wek şaneyên veşartî yên DAIŞê harîkarî dane DAIŞê û li piştêve xencer li Pêşmergeyan dane û li ber vê yekê Kurdistanê zerer û ziyan dît ew kesene efû nabin û çarenivîsa wan vê wek DAIŞê be.

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî