Rûsya neftê kêm dike

Hat ragihandin ku şirketên neftê yê Rûsyayê li gor peymana ku bi OPECê ra hat çêkirin rêjeya xwe ya derxistina neftê kêm kirin.

Rayedarekî Wezareta Vejenê ya Rûsyayê daxuyanî da Interfaksa ajansa nûçeyan a Rûsyayê û diyar kir ku şirketên neftê yên li wî welatî rêjeya xwe ya derxistina neftê kêm kirin.

Rayedar destnîşan kir ku şirketên neftê li gor peymana ku bi OPECê re hat çêkirin rêjeya xwe ya derxistina neftê kêm dikin.

Dimitriy Peskovê Berdevkê Ragihandinê yê Kremlînê ragihand ku li gor peymana bi OPECê re Rûsya berpirsiyariyên xwe bi cî tîne.

Li gor peymanê di çarîka ewil a îsal de Rûsya wê rojane 300 hezar bermîl kêm bike.

Ew yek di demekê de ye ku piştî ku Rêxistina Welatên ku Petrolê Hinarde Dikin (OPEC) di 8ê Mijdara borî de cara yekemîn li ser kêmkirina hilberana petrolê lihev kiribûn.

Rûsya jî yek ji 11 welatên ku endamên OPECê ye biryara kêmkirina hilberanê pesend kiribû.

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî