‘PKK asteng e divê bername û planên hukimet Kurdistanê hebin’

Rêveberê bajarokê Sîdekan eşker kir ku bi sedema hebûna PKKê û aloziyên deverê pitir li 100 gundên sînorê Sîdekan nehatine avedankirin.

Rêveberê bajarokê Sîdekan, Karwan Kerîm Xan ji bo BasNews ragehand ku:”Sîdekan yek li kevintirîn bajarokê sînorê parêzgeha Hewlêrê ye û rûbereke berfireh heye û şûneke pir başe ji bo çandinî û xwedî kirina heywanan lê belê cîhê daxê ye ku bi sedema hebûna PKKê û topbarana Tirkiyê heta niha pitir ji 100 gundên deverê nehatine avedankirin  û tirs li ser wan gundên ku hatine avadankirin jî heye.”

Wî berpirsî herwaha got ku:”Bi gîştî sedî 40 li axa sînorê Bajarokê Sîdekan bi sedema PKKê ji pêşkêşkirina xizmetguzariyan bêparin lê belê êdî em wek aliyên peywendîdarê vê yekê nikarin çalakiyên xwe rawestînin divê hikûmet bername û plan jî bo avedankirin û vegerandina xelkê ji bo wan gundane hebe.”

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî

Tevlî gotûbej be!