Ji Obama hişyarî bo Trump

Serokê Amerîkayê Barack Obama, serokê nû yê hilbijartî Donald Trump hişyar kir û diyar kir; ‘’Wekî ku şîrketa malbatê birêve bibî tu nikarî qesra spî birêve bibî.’’

Piştî ku serokê nû helbijartî Donald Trump zavayê xwe jî wek şêwirmendê xwe destnîşan kir, serokê Amerîkayê Barack Obama ji televîzyona ABC re di hevpeyvînekê de diyar kir, pêwîste Trump li hember saziyên Amerîkayê rêz bigre.

Obama got, bangeşeya hilbijartinê birêvebirin û welat birêve birin tiştên ji hev cuda ne û diyar kir: ‘’Piştî ku sond xwar tu êdî derbazî ser erkê saziya herî mezin a cîhanê, sermayeyê kûrevî û bazar, li çar aliyên cîhan mirov, ji her derê mirov tiştên ku Trump dibêje heta asta herî bilind cidî digrin dest.’’

Donald Trump dê 20.01.2017ê de erkê serokatiya Amerîkayê wê ji Obama verbigre.

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî