Dîplometê Rûs li Atîna mirî hate dîtin

Îro dîplomatekî pile bilind ê Rûsyayê yê li Yûnanistanê bi mirî hat dîtin.

Li gorî agahiyan, îro duşemî termê dîplomatê pilebilind ê Balyozxaneya Rûsyayê ya li Yûnanistanê bi mirî di nava apartmana wî de hat dîtin.

Balyozxaneya Rûsyayê li Yûnanistanê di daxuyaniyekê piştrast kir, ku dîplomatê rûsî yê li Atînayê, Andrey Malanin, li apartmana ku tê de dima bi mirîtî hat dîtin.

Balyozxaneyê ragihand, ku Malanin ê 55 salî di qata sêyem a apartmanekê de li cadeya İrodu Attiku bi mirî hatiye dîtin.

Rêveberiya Asayişa Atînayê ji bo zanîna sedema mirina dîplomatê rûsî dest bi lêkolînan kiriye.

Malpera Sputnik a rûsî jî di nûçeya xwe de ragihandiye, ku Malanin Konsulê Rûsya yê ku li Balyoxaneya Rûsya li Atînayê kar dikir, bi mirî hat dîtin.

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî