Li Amedê xwaringeha goştnexwaran

Li bajarê Amedê yekemîn car e ku xwaringeheke vegan vebûye û her diçe kiriyarên wê zêde dibin.

Xwaringeha bi navê “Gabo” ji aliyê kurdekî colemêrgî ve tê birêvebirin û kesên tên vê restorantê bi giranî hunermend û hunerhez in, xudanê xwaringehê dibêje ku piştî wan ev der vekir çanda veganê li Amedê her diçe zêdetir dibe.

Cahit Şahîn xelkê Colemêrgê ye û wî li Amedê kafe restorantek li ser navê Gabriel Garciya Marquez an go Gabo vekiriye, niha ew bi kiriyarên xwe re mijûle. Li restoranta wî gelek cûrên xwarinê heye lê tenê tiştek nîne ew jî goşt e, ji ber ku restoranta Gaboyê restoranta Vegan e û ev di Amedêbi tenê serê xwe ye.

Xudanê Gaboyê Cahît Şahîn dibêje, “Di demsaleke havînê de hevalek min ji ewropayê hatibû û ew goştnexwar bû ,mêvanê min bû û ez mecbûr bûm jê re xwarinên bêgoşt çêbikim. Du mehan bû mêvanê min. Duvre min ji xwe re got gelo çima ez xwaringehek vegan venakim, belkî bi vê awayî ez pere jî qezenc bikim.”

Cahît Şahîn bi xwe jî vejeteryn e û fikra restoranteke vegan ji bo cahît li ser hezjêkirina pisîka wî lê peyda bûye û ew bûye vejeteryan an gon goştnexwar.

Cahît Şahîn dibêje, “Ez ji pîsîka xwe gelek hez dikim rojeke ew di paşla min de ez fikirim, min ji xwe re got gelo ku di çanda me de hebûya dê me pîsik jî serjê bikira û bixwara? Ez gelek aciz bûm û min got heke mafê pisîkan hebe ji bo jiyanê yên pez dewar û masiyan jî heye û ez bûm vejeteryan.”

Li vê kafeyê ji bilî Cahît û mişteriyên wî xebatkar jî vejeteryan in

Xabatkara Gaboyê Fatoş jî diyar dike, “Ez eva 5 sale goşt naxwim, dema  ez li Sêrtê xwendevan bûm min seh kir ku Gabon vebûye. Ez gelek mat mam, çawa li Amedê xwaringehek vejeteryan vebibû. Çend hevalên min jî wek min vejeteryan bûn, em çend cara hatin me li vê derê nan xwar û ez bi xwediyê restorantê re hevnas bûm, zanîngeh xelas bû û ez hatim li vê derê bûm xebatkar.”

Li bajarê Amedê mişteriyên Gaboyê kesên kifş in û herkes nikare were vê restorantê, hunermend hunerhez û her wisa mirovên entellektuel bêhtir xwe liv ir digirin, Seywan Seydiyanê peykersaz jî yek ji wan e.

Peykersaz Seywan Seydiyan jî dibêje, “Gabo ciheke cudayeye bo min, ez liv ê derê xwe aram hîs dikim, hem xebatkar hem jî mişteriyên vê derê kesên taybet in.”

Çi li bakurê Kurdistanê û çi li Amedê xwaringeha  a vegan a ewil Gaboye û ji xeynî Gaboyê hîn tu restoran nehatine vekirin

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî