Mafê gelê Kurdistanê heye bizane ka rastî çi ne

Heta ku çaksaziyên rasteqîn pêk neyên, rojane milyonkek bermîl petrol bê hilberandin jî (bermîlek bibe 100 dolar jî) dahata petrole têra daçûnên ekstra yên Herêma Kurdistanê nake.

Dem hatiye ku reberên kurd pirsgrêka baorî ya Herêama Kurdistanê çarser bikin. Divê êdî em dev ji ferq û cudabûnên xwe berdin bi hev re çareseriyekê ji vê rewşê re bibînin. Divê em ji bo paşêroja aboriya Kurdistanê binyateke saxlem danîn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê du salên borî ji bo çaksaziyên rasteqîn bi Banka Cîhanî re şêwirî û çend amadekarî kirin. Heta niha partiyên siyasî, rayedar û medya li ser dahata petrole ya hikûmetê sekinîn. Lê daçûnên hikûmetê nehatine kontrolkirin.

Ev rewş niha berdewam nabe lê ev rastî jî heye ku weke berê niha jî li Herêma Kurdistanê hevsengiya dahat û daçûnê nîne. Divê em hemû berpirsiya li xwe bigrin weke hikûmet, parlamneto, partiyên siaysî û medya. Heger em hizir bikin ku bi bilindbûna nirxê petrole pirs dê çarser bibin ev yek ne vebijareke siyasî ya cidî ye. Çimkî ev yek qethiyên pirsa Hikûmeta Herama Kurdistanê çareser nake.

Evên li jor min amaje pê dayî, min li foruma Enstituya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) a Hewlêrê di gotara xwe de peşkeş kiribû. Min di gotara xwe de xwest ku bi zanyariyên piştrastkirî hurgîliyên dahat û daçû yên ji sala 2010ê ve parve bikim û bidim zanîn her sal daçûn jî dahatê zêdetire.

Min li wê derê anî ziman ku derketina DAIŞê, pêla koçbriyê ber bi Herêma Kurdistanê ve û birrîna budça Hewlêrê ji aliyê Bexdayê ve û daketina nirxe petrolê bandoreke xirab li aborîya Herêma Kurdistanê kiriye. Van pêkeran bandor li şirketên biyanî yên li Herêma Kurdistanê dixebitin jî kir. Herwiha tevahiya van bandor li hedefa Herêma Kurdistanê jî kir ku dixwest di sala 2016ê de rojane milyonek bermîl petrol hinarde bike.

Min bal kişand ser zêdebûna deynan û ferqa hevsengiya dahat û daçûna 6 mehên vê dawiyê û min ev hişyarî da: Heger Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke her caran berdewam be, xerciyên xwe kêm neke û çaksaziyan rasteqîn pêk nehêne, rojane milyonek bermîl petrol bê hilberandin jî (nirxê bermîleke petrole bibe 100 dolar jî) dîsan têra pêwîstiyên me yên darayî nake.

Di medya Kurdistanê de ev zanyarî bûn sedema nîqaşan. Hinek navendên medyayê bêberpirsî gotinên min berevajî kir.

Girîng e em van rastiyan li jêr li ber çavên xwe bigrin:

-Herêma Kurdistanê 24 trîlyon dînar (20 milyar dolar) deyndar e. Ji vî deynî 4 trîlyon dînar ê meaşên nedanî yên fermanberan e. Piraniya vî deyenî ji 28 trîlyon dînar ê ji bo sotemenî û elektirikê hatiye xerckirin pêk tê. Wê piştgiriya darayî bi rêjeyeke kêm sala 2010ê dest pê kir. Piştre di sala 2011 û 2012ê de ji kontrolê derket sê qat zêdetir bû. Tevî birrîna budçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê Iraqê ve û daketina nirxê petrole ew piştgiriya darayî di sala 2013 û 2014ê de berdewam bû. Çimkî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ketibû nav rewşekê ku nedizanîn dê çawa asta ziyanan sînordar bike. A rastî parlamneto, aliyên siyasî û taybetî çend endamên Komîsyona Enerjiyê ji bo berdewamiya piştevaniya darayî fişar li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikir. Di encama vê yekê de rêjeya deynê hikûmetê bi awayekî cidî zêde bû.

-Di salên 2012 û 2013ê de yek bermîl petrol zêdetirî 100 dolarî bû û daçûna Wezareta Darayî derdora 18 trîlyon dînar bû. Bexdayê ji bo Herêma Kurdistanê 14.5 – 15 trîlyon dişand û 3 -3.5 trîlyon dînar kêmasiya budçeya Kurdistanê derdiket. Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew kêmasî bi deyna dagirt. Wezaret beşeke ji kêmasiyan bi pereye ji bankeyên taybet ên xwemalî distand dagirt û beşekê jî bi pere nedida şirketên elektîrikê yên girêbesta Herêma Kurdistanê ligel hene.

-Ji xeynî salane 18 trîlyon dînar xerciyên Wezareta Darayî, Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ji bo berhemanîna elektirîkê salane 5-6 trîlyon dînar xerc dikir. Dema ku yek bermîla petrolê derdora 100 dolarî bû daçûna salane ya Herêma Kurdistanê di navbera 23 û 24 trîlyon dînarî de bû.

-Heger bihaye yek bermîl petrol bibe 100 dolar jî nirxe yek bermîla petrola Kurdistanê dê 90 dolar be, çimkî beşeke pere ji bo qaliteya petrol û beşeke ji bo maliyeta berê tê vegarindin. Rojane milyonek bermîl bê hilberandin dahata Herêma Kurdistanê dê mehane derdora 2.8-2.9 trîlyon dînar be. Piştî ku xerciyên hinardekirinê û şirketên hilberînêr bê dayîn li wê derê dimîne 2-2.1 trîlyon dînar.

-Heger li ser kaxezê ev dahate têra Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike jî û heger ku daçûn weke beriya sala 2014ê bimîne, li gorî polîtikaya niha ev dahat têra Hikûmeta Herêma Kurdistanê nake.

-Bo nimûne piştî dana 4 trîlyon dînar deynê qutkirina meaşên yan jî daba 20 trîlyon dînar deyn ti pere namîne. Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser polîtikaya niha berdewam be, nikare ji bo zêdekirina meaşan, zêdekirina karmendan yan jî piştgiriya darayî dahateke esktra peyda bike. Minak dê nekare rojane 24 seatan elektirîkê bide hemû deveran.

-Ji bilî wan dema nirxê petrolê bilind bû dê were xwestin ku bilez deyn were dayîn. Divê di heyama 24 mehan de deynê meaşan û deynên din bihata dayîn. Divê me ji bo vê salane 800 milyar dînar cuda kiriba. Piştre di destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dana deynê mehane 1.9-2 trîlyon ê di navbera salên 2011 û 2013ê de 1.2 – 1.3 trîlyon dînar bima.

Di vê rewşê de eger em li ser sîstemê çaksaziyên rasteqîn pêk nehînin dahat dê têra me neke. Rewşa welatên dewlemend ên Kendavê jî weke ya me ne, hikûmetên wan jî bi zorî biryara qutkirina piştgiryên darayî didin. Ji niha pê ve plan dikin ku tenê girêdayî dahat petrokê nemînin.

Divê em jî bo çarserkirina pirsgirkên Kurdistanê û bandorê nirxên çavkaniyê sirûştî kêm bikin, çend çaksaziyên rasteqîn pêk bînin. Divê daçûnên nepêwîst ji holê rakin, piştevaniya darayî kêm bikin û çavkaniyên nû peyda bikin. Ji bilî petrol û gaza sirûştî divî em girîngiyê pê sektora taybet û pişesaziyê bidin.

Ez dizanim carnan rastî bêkêf e û biêş e. Lê mafê gelê Kurdistanê heye bizane ka rastî çi ne.

Ez bi temamî dizanim pirsgirêkên aborî yên di heyama 10 xebatên de yên Herêma Kurdistanê çi ne. Min biryar daye ez nêrînên xwe ji gelê Kurdistanê ew eşkere bikim.

Me xwest ku derbarê vê yekê nîqaşên bi bandor bidim destpêkirin. Lewma min got, hikûmet û partiyên siyasî ji vê krîzê berpirs in.

Çareseryeke weke mucîze ne mimkûn e. Bilindbûna nirxe petrolê krîzê çareser nake. Embarên veşartî yên petrolê nîne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê viyana hemû aliyên siyasî nikare pirsa çareser bike.

Weke min di gotara xwe ya MERI de gotî, divê serkirdeyên siyasî rastiyê bibînin û pirsgirêkên darayî bi hev re çareser bikin.

* Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî

Rûdaw

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî