Kurdên li Amerîka deng dan Trump yan Hillary Clinton? Vekolerekî Kurd bersiv dide

Kordînatorê têkiliyên derve li Navenda Lêkolîna Siyaseta Kurdî (Kurdish Policy Research Center) ya Amerîkayê, Burak Aydin dibêje, serokê nû yê Amerîka Donald Trump dê bo kurdan bi fêde be. Aydin her wiha behsa nêrînên kurdên Amerîka li ser hilbijartinên Amerîka dike.

Burak Aydin derbarê helwesta kurdên Amerîka li ser hilbijartinên serokatiya Amerîka ji Sputînkê re axiviye û gotiye: “Kurd jî li vir bibûn çend beş. Dema ku li kurdên Îranê dinêrin, hemû li hemberî Clintonê bûn. Ji ber alîkariya pareyan li hemberî Demokratan bi bertek bûn. Li hemberî Trump bêhtir xwedî nêrînên erênî bûn. Kurdên Başûr ji ber daxuyaniyên Trump ên derbarê Helebçeyê de dilgiran bûn. Lê gelek ji wan gotin Trump. Kurdên Tirkiyê jî yên digotin Clinton jî hebûn ên digotin Trump jî.”

Burak Aydin her wiha gotiye ku namzeda Demokratan Hillary Clinton 38 sal in di nava siyasete de ye û herkesî karên ku wê kirine dîtiye. Heta bandorek erênî yan jî neyênî li ser mirovan kiriye.

Li gorî nêrîna Aydin, ji ber ku ti ezmûneke siyasî ya Trump nîne, analîst di texmînên rojên pêş de zehmetiyan dikişînin, lê wê di polîtîkaya derve ya Amerîka de guhertin çêbibin. Aydin wiha berdewam dike. “Teqez wê çêbibe. Rêveberiya Obama li Sûriyê perwerde û piştgiriya dijberên hikûmet, serhildêran dike. Ev jî encama bazara bi Erdogan re ye. Niha wê çi bibe? Trump li hemberî vî tiştî ye.  Naxwaze dijberên hikûmetê bi çek bike. Artêşa Azad a Sûriyê êdî wê nekaribin alîkariyê ji Amerîkayê bistînin.”

Aydin destnîşan kiriye ku projeya Erdogan ya ‘Herêma ewle ya li ser sînorê Sûriyê jî dê ji rojevê derkeve û bal kişandiye ser nirxandinên Trump ên derbarê kurdan de û wiha aniye ziman: “Trump li yek du cihan gotibû ku ew alîgirê Kurdan e. Bi heyraniyeke mezin behsa şerê ku kurd li hemberî terorîzma DAIŞê dikin, dikir. Dibe ku ev hinek hevsengiyê biguherîne. Helbet bandora Tirkiyê jî wê hebe. Wê li gorî vê jî encam diyar bibe.”

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin…

Girêdayî