Bîrên nû yên petrolê

Şîrketa Petrolê ya Norveçê DNO ku li nêzî Zaxoyê petrolê derdixe daxuyand ku wê hilberîna petrolê ya rojane ku 109 hezar warîl e bikin 135 hezar warîl.

DNO di daxuyaniya xwe de got: “Xebatên di bîrên bi hêjmarên 31, 33 û 34 ên Tavkeyê bi dawî bûne. Wê di rojên pêş de xebatên bîra bi hêjmar 37 dest pê bike.”

Malîyeta 3 bîrên petrolê ku temam bûne 20 mîlyon dolar e.

Girêdayî