image

PeyamaKurd - Dîrektorê Teknîkê yê Real Madridê Zinedine Zidane ragihand ku û ew ê dest ji peywira xwe ya ku di 2016an de dest pê kiribû bikişîne.

Zidane civîneke çapemeniyê ya surprîz li dar xist û ragihand ku wî biryara çûyînê da û wiha got, "Min biryar da ku ez wekî Dîrektorê Teknîkê yê Real Madridê dewam nekim. Ji bo ku tîm qezenc bike pêwîstiya wê bi guherîn û metodolojiyeke din heye. Ji ber hindê min biryar da û ez diçim."

Serokê Kuluba Real Madridê Florentino Perez jî diyar kir ku wan texmîn nedikir ku Zidane wê dest ji peywira xwe bikişîne û wiha dewam kir, "Divê em rêza xwe nîşanî vê biryarê bidin. Dema min bihîst, biryarê tesîreke mezin li min kir. Min dixwest ez wî qanî bikim, lê ez dizanim bê ka wî çawa ev biryar wergirt."

Zidaneyê ku sê caran wekî yarîzanê herî zîrek ê dinyayê hat hilbijartin, di kariyera xwe ya dîrektoriya teknîkê da 3 caran Kûpaya Lîga Şampiyonan UEFA, 2 caran Kûpaya Cihanê ya Kulubên FIFAyê, Kûpaya Super ya UEFAyê, kûpaya lîgê û Kûpaya Super a Îspanyayê bi dest xistin.

Zidane piştî ku biryar da û dawî li kariyera yarîzaniya xwe anî, wekî dîrektorê teknîkê di fitbolê da dewam kir. Zidane di 2013an da pêşiyê derbasî serê tîma binesaziyê ya Real Madridê bû û dû ra di 2016an da jî derbasî serê tîma A ya Real Madridê bû.