image

PeyamaKurd - Ajansa Têkoşîna li Dijî Dopîngê (RUSADA) ji ber ku dopîng stendinê 8 yarîzan ji sporê men kirin.

Li gor daxuyaniya ku  ji RUSADAyê hat dayîn ji ber ku qaîdeyên dopîngê binpê kirin yarîzanên Rûs Valeriy Temnik, Roman Rednikin, Sergey Oreshnikov, Fatima Umakhanova, Natalya Polyakova, Tatyana Kachegina û Sergey Kotov 4, Yana Mikhailova 2 sal ji sporê hatin menkirin.

Ajansa Têkoşîna li Dijî Dopîngê ya Dinyayê (WADA), cezayê RUSADAyê meha borî rakiribû. RUSADAyê ji ber ku bi rêya dewletê destûr dida dopîngê ji aliyê WADAyê fealiyetên wê hatibûn astengkirin.