image

Tîma kurdî ya Swêdê, Dalkurd ji bo bihêzkirina pêkhateya xwe di demsala nû ya Superkûpaya Swêdê de, girêbestek li gel yarîzanê Busnyayî îmza kir.

Dalkurdê bi fermî ragihand, ku wan girêbestek li gel yarîzanê Bosnyayî Irfan Casarevîç îmza kiriye.

Li gorî dauxyaniya Dalkurdê, dema girêbesta bi wî yarîzanê Bosnyayî re 4 sal e û dê heta sala 2022an di pêkhateya wê tîma Kurdî ya Swêdê de bilîze.

Dalkurdê herwiha aşkere kiriye, ku nirxê girêbesta wan û yarîzanê Bosnyayî bi qasî 150 hezar Euro ye.

Rêveberê Tîma Futbolê ya Dalkurdê, Adil Kizil ragihandiye, demek dirêj bû ku wan hewla razîkirina Irfan dida û herî dawî wan karî ku di vê mijarê de serbikevin û bigihin armanca xwe.

Ew yarîzanê nû yê Dalkurdê di Kûpaya Bosnyayê de 16 caran leyîztiye û 2 gol jî tomar kirine.