image

Hakema rûsî Ekaterina Kostyunîna di şampiyoniya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de hêviya encamên serkeftî ji Rûsyayê re dike û dibêje, dibe ku tîma Sbornaya derbasî qonaxa grûban bibe.

Kostyunînaya ku li bajarê Krasnoyarskê jidayik bûye, alîgireke tîma herêmî Yenîsey Krasnoyarskê ye.

Kostyunîna bi wêneyên xwe yên li ser medya civakî nav daye û êdî wek hakema herî seksî ya rûsî tê naskirin.

Hakema rûsî dide xuyakirin ku wê nû dest bi hakemtiyê kiriye û xeyal dike, rojekê maça Kûpaya Cîhan a FIFAyê birêve bibe.

Konstyunîna dibêje, wê beşdarî Kûpaya Cîhanê ya 24ê Hezîranê li Rûsyayê tê lidarxistin bibe û dide zanîn, heger Rûsya derbasî qonaxa grûbê nebe, ew dê piştgiriya tîma Almanyayê bike.