image

Mîhaîl Babîç ê Nûnerê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn yên Herêma Volgaya Federal û Wezîrê Ragihandinê yê Rûsyayê Maksîm Sokolov, ragihandin ku ew amadekariyên bajarê Saranskê yê ji bo Kûpaya Cîhanê ya FIFA ya 2018an bi teqdîr pêşwazî dikin.

Di daxuyaniya ku ji serokatiya Komara Mordovya ku bi Federasyona Rûsyayê ve girêdayî ye hatiye dayin hat ragihandin ku, rayedaran balafirxane û binesaziya veguhastina bajarê Saranskê ku dê mazûvaniya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de bike vekolan.

Babîç diyar kir ku xebatên li Mordovya li gor bernameyê dimeşin û ewle ne ku, stadyûm, balafirxane û hemû tesîsên din yên ku ji bo Kûpaya Cîhanê dê werin avakirin wê di wextê xwe de temam bibin.

Maksîm Sokolov jî diyar kir ku wî ji tiştên ku di dema serdanê de dîtine kêfxweş e û weha berdewam kir: "Di hemû tesîsan de em derketin derveyî herêma rîskê. Ev yek balafirxaneyê jî eleqedar dike. Hemû xebatên li balafirxaneyê dê heya dwiya salê werin temam kirin. Xebatên rê jî bi tempoyeke mezin berdewam dikin. Ji bo Saranskê tu tirsa min tuneye.