image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku beriya du rojan li Almanyayê di misabeqeya Boks Kingê de werzîşvanê kurd ê ji Efrînê hevrikê xwe yê tirk têk bir û paşê ala Kurdistanê hil da.

Li gorî vîdeoyeke li ser hisabê medyaya civakî hat belavkirin, werzîşvanê kurd Şiyar Barî di 2yê Hezîranê de li Almanyayê di pêşbirkeke Boks Kingê de bi yekî tirk re tê rûbirûyê hev.

Di pêşbirkê de hemleya pêşîn ji aliyê werzîşvanê kurd ve tê avêtin û tê dîtin ku heta dawiyê jî serdestiya misabeqeyê di deste werzîşê kurd de ye. Ciwanê kurd ê ji Efrînê, di dawiya deqeyek û 13 saniyeyên lîstikê de bi çend kulmên xwe yên xurt werzîşvanê tirk têk dibe.

Piştî ku werzîşvanê tirk têk diçe, werzîşvanê kurd Şiyar serfiraziya xwe diyar dike û li ser vê yekê temaşevanên kurd ên li wê derê ala Kurdistanê didin wî û ew jî herî dawiyê alayê hil dide. Temaşevanên kurd bi dirûşmeya "Bijî kurd û Kurdistan" werzîşvanê kurd ê ji Efrînê pîroz dikin.